• Tuesday, 17 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê daxwaza berferehkirina guftûgoyên aliyên Iraqî dike

Herêma Kurdistanê daxwaza berferehkirina guftûgoyên aliyên Iraqî dike
Herêma Kurdistanê amade ye ligel aliyên ku hewla pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê didin guftûgoyê bike û daxwaz dike guftûgoyên berfereh bêne kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk civiyan.

Di civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaza berferehkirina guftûgoyan di navbera aliyan de kir û amadehiya Herêma Kurdistanê bo destpêkirina guftûgoyan bi aliyên ku hikûmeta nû pêk tînin bike.

Di civînê de, proseya siyasî ya Iraqê û hewla pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû hat guftûgokirin. Tekezî jî li ser guftûgoyeke cidî di navbera aliyên siyasî de, rola karîger a Herêma Kurdistanê di wî warî de û hebûna aliyên Kurdistanî li Bexdayê kirin.

Herwiha danûstandinên niha yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên kirin bo dîtina çareseriyê ji pirsgirêkan re jî hatin nerxandin.

K24
Top