Erdogan û Putin civînek pêk anîn
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vlademir Putin di çarçova 10. Lûtkeya Welatên Brezîlya-Rûsya-Hindistan- Afrîqaya Başûr-Çîn ku li Afrîqaya Başûr pêk tê li Otela Four Seasons civînek pêkanîn. Civîna Erdogan-Putin demjimêr 19.55an pêk hat.
Erdogan di derbarê civînê de got ku têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê di warên siyasî, aborî, çandî, bazirganî,leşkerî de niha di asteke bilind de ne û got, “armanca me ew e em bikin 100 milyar dolar em ê bi bigihijin vê armanca xwe. Hin alî hesûdiyê bi hevkariya di navbera me û Rûsyayê de dikin.”
Putin jî ji ber hevkarî û asta bilind a têkiliyên herdu welatan spasiyên xwe pêşkêşî Erdogan kirin.
Basnews
