• Tuesday, 17 February 2026
logo

Çavuşoglu bersiva Trump da: Kes nikare fermanê bide me

Çavuşoglu bersiva Trump da: Kes nikare fermanê bide me
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû “eger Tirkiye demildest Keşe Adrew Brunson azad neke, cezayên mezin dê li ser Tirkiyê werin sepandin” ragiahnd ku kes nikare fermanê bide Tirkiye û gefê lê bixwe.



Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu nerazîbûna welatê xwe derbarê daxuyaniyên rayedarên Amerîkayê yên li ser “zindanîkirina li malê” Keşe Andrew Brunson nîşan da.



Serokê Amerîkayê Donald Trump îro pêncşemê (26.07.2018) li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku eger Tirkiye demildest Keşe Adrew Brunson azad neke, cezayên mezin dê li ser Tirkiyê werin sepandin û got: “Divê ev mirovê bêguneh demildest serbest were berdan.”



Mevlut Çavuşoglu jî li ser hesabê xwe yê Twitterê bersiva Trump da û got: “Em li hemberî gefan nerm nabin.”



Çavuşoglu wiha got: “Kes nikare fermanê bide Tirkiyê û gefê lê bixwe. Em li hemberî gefan nerm nabin. Rêzikên hiquqê ji bo hemû kesan derbas dibe. Rêveberiya Amerîkayê divê demildest dev ji vê gotina xwe berde û vegere çarçoveya diyaloga erênî.”



Andrew Brunson bi îdiaya ku "li ser navê Tevgera Gulen û PKKê di 09-12-2016an de tawanek kiriye", 21 meh in di girtîgehê de bû û duh çarşemê 25-07-2018an derbarê wî de biryara "zindanîkirina li malê" hat dayîn.

Rudaw
Top