• Tuesday, 17 February 2026
logo

Jiber referanduma serxwbûnê vê 74 qamçî lê bidin

Jiber referanduma serxwbûnê vê 74 qamçî lê bidin
Çalakvanê Mafê Mirovan yê Kurd bi 74 derbên qamçiyê hate cezadanî

Taya 1 ya Dadgeha Giştî ya bajarê Seqizê, bi 74 derbê qamçî û dana perê next, çalakvanê Mafê Mirovan yê Kurd yê xelkê bajarê Seqizê û herwisa alîkarê Ajansa nûçegihaniya “Mukriyanê” ceza da.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, “Bextiyar Xweşnaw” Çalakvanê Mafê Mirovan û nûçegihanê Ajansa Nûçegihaniya Mukriyanê”, di taya 1 a Dadgeha Giştî ya bajarê Seqizê bi 74 derbên qamçî a te`zîrî û dana 1 milyon û 800 hezar Tûmen pere hate cezadan.

Ev çalakvanê Kurd di dadgehê de bi “têkdana rewşa giştî bi rêya beşdarîkikrin di meşên ku ji bo piştevanîkirin ji piroseya serxwebûna Kurdistanê û şandina (wêne û nûçeyên di vê derheqê de) ji bo medyayan, hatibû tometbarkirin.

Top