Amerîka- FDAyê vaksîna Modernayê bi tevahî pesend kir
Rêvebirîya Xwarin û Dermanan (FDA) ya Amerîkayê îro roja duşemê erêkirineke tevahî da vaksîna COVID-19 ya kompanîya Moderna.
Vaksîn dê bi navê Spikevax li bazaran were firotin. Li jêr rêdana bikaranîna awarte ya FDAyê, vaksîna Moderna ji sala meha 12ê ya 2020an ve li Amerîka û seranserê cîhanê hatîye belav kirin.
Ev vaksîna duyê ku FDA bi tevahî erê dike, piştî ku vaksîna Pfizer Tebaxa 2021ê ev erêkirin wergirtibû.
Janet Woodcock, Komîsara FDAyê di daxuyanîyekê de got ku rêdana tevahî ya vaksînê gaveke girîng e di şerê dijî pandemîya COVID-19 de. Wê da zanîn ku li vê dema ku bi sedan mîlyonan derzîyên vaksîna Moderna hatine bikaranîn, “jibo hinek kesan, erêkirina FDAyê ji vê vaksînê re bawerîya wan bêtir bi wê yekê tîne ku werin vaksîn kirin.”
Bikaranîna vaksîna Moderna li bêtirî 70 welatan hatîye erê kirin, di nav de jî Brîtanya, Kanada, Japonya û welatên Yekîtîya Ewrupayê.
Basnews
