• Tuesday, 17 February 2026
logo

“Îsraîl li ser nijadperestî û dagirkeriyê hatiye avakirin”

“Îsraîl li ser nijadperestî û dagirkeriyê hatiye avakirin”
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin li ser axaftina Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê ya dijî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha got:

“Netanyahu Seokwezîrê dewleteke sîyonîst ya apartheîd e û li ser nijadperestî û dagirkeriyê hatiye avakirin. Netenyahu nikare li ser mafê mirovan dersê bide serokê me.”

Kalin der barê mijarê da li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek da.

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin di daxuyaniya xwe bi Ingilizî kir da wiha got: “Rexneyên Tirkiye der barê qanûna netewedewleta cihûyan de dike, bangeke li gorî edalet û aştiya gerdunî ye. Netanyahu dibe ku meneya van peyvan nizanibe, lê hemû dinya dizane ka li wê derê çi diqewime.”

Waar.tv
Top