Siyasetmedarekî mesîhî: Êdî baweriya mesîhiyan bi hikûmeta Iraqê nemaye
Serokê Partiya Demokratîk ya Aşûrî, Yunadim Kenna ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, hikûmeta Iraqê beriya hilbijartinên parlamentoyê ragihandibû dê alîkariya mesîhiyên ku di şerê DAIŞê de mexdûr bûne, bike lê derket holê ku ew soz tenê bo hilbijartinan û komkirina dengan bû, çimkî heta niha qet alîkariya mesîhiyan nekiriye.
Yunadim Kenna her wiha gotiye, êdî baweriya mesîhiyan bi hikûmeta Iraqê nemaye. Tenê saziyên navdewletî û xêrxwazî alîkariya mesîhiyan dikin ew jî tenê pêdiviyên serekî dabîn dikin.
Wî siyasetmedarê mesîhî daye zanîn ku dema DAIŞê êrişî Mûsil û deşta Neynewa kir, 130 welatiyên mesîhî ji aliyê terorîstan ve hatin revandin. Ji wan kesan, derdora 50 kes hatine rizgarkirin, hinek jê hatine kuştin û çarenivîsa hinekan jî nayê zanîn.
Basnews
