Amerîka berhema 2500 salî vedigrîne Îranê
Li gorî nûçeya New York Timesê, bas-rolyefa ku pasevanekî Pers teswîr dike, par cotmehê dema di pêşangeheke hunerê de dihat nîşandan, bi destê Dozgeriya Herêma Manhattanê firotana wê hat rawestandin.
Dozgeriyê derxist holê ku ev berhem pêşiyê di sala 1936an de li bajarê Persepolîsê yê Îranê û paşê jî di 2011an de dema li Muzeya Hunerên Bedew a Montrealê dihat nîşandan, hatiye dizîn.
Rupert Wace û hevkarê wî Sam Fogg ku li Londonê dijîn, îdia kirin ku wan ev berhem bi awayekî qanûnî ji şirketa sîgorteyê ya Muzeya Montrealê kirî. Lêbelê dozgerî di encama lêkolîna xwe ya berfireh de gihîşt wê encamê ku berhem hatiye dizîn.
Piştî mizakereyên bi dozgeriyê re, Wace û Fog ew yek qebûl kirin ku bi beramberî 1,2 milyon dolarî, berhemê radestî dozgeriyê bikin.
Di doza li Dadgeha Bilind a New Yorkê de ew yek dît ku berhema dîrokî di 1936an de ji Persepolîsê hatiye dizîn û lewma jî biryar hat dayîn ku berhemê vegerînin Îranê.
Lêkolîner destnîşan dikin, bas-rolyefa ku qeda wê 51 santîmêtrokare ye û hinek leşkerên Împaratoriya Pers ên li paytext Persepolîsê teswîr dike, ji salên B.Z. 510-330yî maye.
Rudaw
