Ebadî li dijî daxwaza xelkê Besra ye
Berî sê hefteyan, li parêzgeha Besra û bajarên din yên başûr û navenda Iraqê, xwepêşandanên berfireh li dijî Hikûmeta Iraqê derketin û destpêkê xwepêşanderan daxwaza av û karebê û derfetên kar kirin, piştre astê daxwazan hat bilindkirin û niha xwepêşanderên Besra daxwaz dikin ku parêzgeha wan bibe herêmeke serbixwe.
Tevî ku Hikûmeta Iraqê çend biryar û rasparde ji bo bicîkirina daxwazên xwepêşanderan derxistiye, lê daxwaza herêma serbixwe li cem xelkê Besra gihiştiye astê bilindkirina al û tabloyên taybet bi "Herêma Besra" û bi navê Herêma Besra bixêrhatina mêvanan ji bo herêma xwe dikin.
Wî berpirsî diyar kir, ku xelkê Besra daxwazek ji bo serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bilind kirin, daku budceyekî ji Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Iraqê xerc bike, da rapirsiyê li ser daxwaza biherêmkirina Besra di nav xelkê wê parêzgehê de encam bide, lê ew daxwaz ji aliyê Ebadî ve hat redkirin.
Ji aliyê xwe ve, endamê berê yê Perlemana Iraqê li ser parêzgeha Besra (Mihemed Taî) ragihand, ku ewê bi navê xelkê Besra, li Dadgeha Federalî, li Heyder Ebadî gilî bikin, ji ber ku astengiyan li pêşya encamdana rapirsiyê li ser biherêmkirina Besra datîne.
Di salên derbasbûyî de jî, pirsa biherêmkirina Besra germ bibû, lê wê demê jî, Hikûmeta Iraqê rê li ber wê daxwazê girt, di demekê de destûra Iraqê maf daye parêzgehan, ku piştî encamdana rapirsiyê, karin herêmên serbixwe rabigehînin.
K24
