• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê derbarê birên petrolê de biryar da

Hikûmeta Kurdistanê derbarê birên petrolê de biryar da
Hikûemta Herêma Kurdistanê biryar da ku derbarê birên petrolê yên ne yasayî ku zerarê dide jingehê de lêkolîn bê kirin û gavên pêwîst derbarê wan de bê avêtin.



Îro çarşemê (25.07.2018) li Hewlêrê di serokatiya Serowekwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de Komîsyona Petrol û Gaza Sirûştî civiya û biryar hat dayîn ku çend pirsgirêkên hene bêne çareserkirin.



Di cîvna îro de behsa ziyanên birên petrolê ên biçûk ne yasayî hate kirin, û biryar hate dayîn ku ew pirsgirêk were çareserkirin.



Biriyar hate dayîn, ku Wezareta Samanên Srûştî, bi alîkariya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û serokê yekeyên îdarî, bi mekanîzmeke pêwîst a yasayî kar ji bo çareserkirina wê mijarê bikin, û hikûmet jî rêkarên pêwist ji bo parastina jîngehê û tendirustiyê û jiyana welatiyan bigire ber xwe.



Serokwezîr Nêçîrvana Barzanî di civînê de tekezî li ser wê yekê kiriye, ku pêwîst e saziyên îdarî bi taybetî saziyên cîbicîkirinê yên weke Wezareta Navxwe, civata asayîşê û polîs bi hevkariya parêzgaran kar li ser wê mijarê bikin, û dozgerê giştî jî hatiye raspardin ku ji aliyê yasayî ve alîkariya wê tîmê bike.



Nêçîrvan Barzanî ragihandiye ku parastina jîngehê û jiyana welatiyan ji karên wan yên pêşîn in, ji ber ku jiyana xelkê û parastina jîngehê ji pirsên aborî girîngtir in.

Rudaw
Top