• Tuesday, 17 February 2026
logo

PDK û YNK bo rêkevtineke nû gotûbêjê dikin

PDK û YNK bo rêkevtineke nû gotûbêjê dikin
PDK û YNK xwe ji destpêkirina qonaxeke nû ya rêvebirina Başûrê Kurdistanê û pêwnediyên bi Bexdayê re amade dikin. Her du partî dixwazin ew ezmûna ku li ser destê wan li Başûrê Kurdistanê ava bûye, biparêzin.



PDKê û YNKê komîteyeke 8 kesî ava kirine, ji bo ku pirojeya rêkevtinekê di navbera wan herdu partiyan de binvîsin, da ku di civîneke di navbera wan herdu aliyan de bihê pejirandin û weke rêkevtinekê îmze bikin.



Pirojeya rêkevtina di navbera PDKê û YNKê de li ser asta naxwe tekeziyê li ser karkirina di navbera wan herdu partiyan de dike, ku dê şûna rêkevtina stratîjî ya berê bigre.



Di heman demê de, ew rêkevtin balê dikşîne ser karê PDKê û YNKê li Bexdayê û beşdarîkirina di hikûmeta Iraqê de.



Her du partiyan 11 sal e ku rêkevtineke stratejî ya îmzakirî hene, lê belê weke ku endam û berdevkê polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê, Mehmûd Mihemed dibêje, niha qonax ciyawaz e û divê her du alî rêkevtinekê bikin, ku li gel rastî û realîteya rewşa niha guncayî be.



Endamê Serkirdatiya YNKê, Ferîd Eseserd dibêje, qonaxa yekem a rêkevtina nû ya navbera YNKê û PDKê jibo Bexdayê ye, û eger Kurdistanê jî li xwe bigre, wê demê wê yekê di nava YNKê de rêkara xwe heye û kes nikare bi tena serê xwe wê biryarê bide.



Di 7ê Tîrmeha 2007an de, di jêr serpireştiya sekreterê wê demê yê YNKê Celal Talebanî û serokê PDKê Mesûd Barzanî de, her du partiyan rêkevtineke stratejî îmza kirin. Li gorî wê rêkevtinê, rêvebirina Başûrê Kurdistanê û pêgeha Kurd li Bexdayê û postên Hewlêr û Bexdayê di navbera her du aliyan de bi hevbeşî tên birêvebirin. Lê belê niha kar bi wê rêkevtinê nayê kirin, lewma her du alî hizir li alternatîva wê dikin.

Rudaw
Top