• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Siwêda di teqînekê de 32 kes hatin kuştin

Li Siwêda di teqînekê de 32 kes hatin kuştin
Di encama teqîneke xwekujî de, li bajarê Siwêda ya li başûrê Sûriyê de 32 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Ajansa “SANA” ya Sûrî belav kir, îro danê sibê xwekujekî xwe di nava bazareke bajêr de teqand û hejmarek ji welatiyan hatin kuştin û birîndarkirin.

Wê ajansê da zanîn jî, li heman bajarî hêzên ewlekariyê du teroristên din berî ku xwe biteqînin kuştin.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, di encama teqîna li Siwêdayê de 32 kes hatin kuştin û bi dehan welatiyên din jî birîndar bûn.

Bajarê Siwêdayê li başûrê Sûriyê li nêzîkî sînorê Urdinê ye û xelkê ji pêkhateya Durzî ne.

K24
Top