• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şewata li Yewnanistanê berdewam dike û hejmara miriyan zêde dibe

Şewata li Yewnanistanê berdewam dike û hejmara miriyan zêde dibe
Li Yewnanistanê şewata ku li daristana li herêma Attika rojhilat derketibû berdewam dike û hejmara miriyan jî her zêde dibe. Li gor agahiyên berdest heta niha 74 kesan canê xwe ji dest dane û 157 kes jî birîndar bûne. Li seranserê welat ji bo 3 rojan şîn hat ragihandin.



Li Atînaya paytexta Yewnanistanê şewata ku li gelek herêman belav bûye berdewam dike û şewat li herêmên Pendeli, Mati, Rafina, Vuças jî belav bûye.

Li gor agahiyan heta niha di encama şewatê de 74 kesan canê xwe ji dest dane û 157 kes jî birîndar bûne.

Li Yewnanistanê Rewşa Awarte hatibû ragihandin û ji bo 3 rojan şîn hatibû îlankirin.

Basnews
Top