• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mike Pompeo: Îran amadekariya êrişên terorîstî dike

Mike Pompeo: Îran amadekariya êrişên terorîstî dike
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kir ku rejîma Îranê di nav amadekariyên êrişên terorîstî de ye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bersiva Sererkanê Îranê Muhammed Bakîrî da ku gef li Ameîrkayê xwaribû û gotibû, ‘Binke û berjewendiyên we di armanca me de ne.’

Mike Pompeo ragihand ku Ewropa ji terorîzma ku Îran piştevaniya wê dike, ne miaf e û got, “Rejîma Îranê ji aliyekê hewl dide peymana ligel Ewropayê berdewam bike û li aliyekê jî amadekariyan dike li Ewropayê êrişên terorîstî bikar bîne.”

Herwiha Pompeo destnîşan kir ku dema wê hatiye êdî bi rejîma Îranê ya niyetxirab re bên rûbarî hev.

Basnews
Top