Eyad Ellawî Hêzên Ewlekariya Kurdistanê pîroz kir
Eyad Ellawî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek bela kir û hêzên ewlekariya Kurdistanê ji ber operasyona duh a serkeftî ya li dijî terorîstan pîroz kir. Ellawî got, “Ez ji ber bersiva herî tund ya Hêzên Ewlekariya Kurdistanê ya li dijî terorîstan pîroz dikim.”
Eyad Ellawî herwiha ji ber têkoşîna li dijî terorê spasiyên xwe pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirin û got, “Êrişa li dijî parêzgariya Hewlêrê li gir rêbazên terorîstî hatiye tertîpkirin û armanca wê êrişê hizûr û aramiya Kurdistanê bû.”
Li dijî Parêzgeriya Hewlêrê duh êrişeke terorîstî pêk hatibû û di encamê de karmendek hatibû şehîdkirin polîsek û 3 endamên asayîşê jî hatibûn birîdnarkirin. Di encama operasyoneke serkeftî de her sê êrişkar ji aliyê asayîşa Kurdistanê ve hatibûn kuştin.
Basnews
