• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Ol ji bo bexteweriya jiyana mirovan hatiye, ne ji bo tundiyê

Nêçîrvan Barzanî: Ol ji bo bexteweriya jiyana mirovan hatiye, ne ji bo tundiyê
6. Kongereya Yekêtiya Zanayên Ola Îslama Kurdistanê roja sêşem 2018-07-24 bi navê (zanist, pîşeyîbûn û welatparêzî) bi berhev bûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rêveçû.

Serokwezîr di peyvekê de, pîrozbahiya 6. Kongereya Yekêtiya Zanayên Ola Îslama Kurdistanê û hêviya serketinê jê re xwest û giringî dana kongereyê bi çawaniya berhingarbûna tundî û terorê bi taybetî li warê hizrî bi erkeka sereke daye zanîn.

Barzanî amaje bi rola Yekêtiya Zanayên Ola Îslama Kurdistanê li bizava rewşenbîrî û edebiya Kurdistanê û bilind kirina hesta netewî û berhingar bûna wan kesan kir ku bi navê ol êriş kirine ser şoreş û gelê kuirdistanê.

Ji bo vê yekê jî rola Yekêtiya Zanayan ji bo reform li gelek yasayên Herêma Kurdistanê giring nirxand û bal kişande ser rola mezin ya mamostayên olî li berhingarbûna DAIŞê û parastina gelê kurdistanê li hember rêbaza şaş û na îslamî û na merovî ya terorîstan.

Serokwezîr hewlên Yekêtiya Zanayan ji bo der kirina fetwayekê ji aliyê Muftiyê Misr û Ezherê û dezgehên fetwayên Urdinê derbarê na rewatî bûna komkujî û revandina Êzidiyan li Şwngalê bi erênî daye zanîn.

Barzanî pesna mamostayên olî li Kurdistanê ji bo piştîvanî kirina hikûmet û gelê Kurdistanê kir ku giringiyê bi hev re jiyan olî û mezhebî û netweî dane.


Serokwezîr behsa êrişa roja borî bo ser avahiya Parîzgeha Hewlêrê kir û sersaxî ji malbata karmandê kirîstanî xwest ku di vê êrişê de şehîd bû. Her wiha hêviya selametiyê ji bo birîndaran jî xwest.

Barzanî bi maje pêdan bi armanca DAIŞê ku têkdana jiyan û avedanî û xweşî û pêşketinê ye, got zêdebarê vê yekê ku mizgeft û perstgehên olên din têkdan û hin mamostayên ola îslamê û hezaran kes ji hemû olan şehîd kirin, lewma bi fedakariya pêşmergehên egîdên Kurdistanê ji bo parastina akinciyên Kurdistanê, divê programeka hevpar ji bo berhingar bûna DAIŞê erkê hemû aliyekê be.

Barzanî, teror bi mezintrîn metirsî li cîhanê daye zanîn ku kiryarên terorîstî bi navê îslamê ji bo wan xapandinan vegerand ku bi navê ol dihên kirin. Ji bo vê yekê jî stratijiya civaka giştiya neteweyên yekgirtî derbarê vê yekê ku teror peywendî bi çi ol û regez û şaristaniyetekê nine, wek bingehek ji bo alîkariya gişt alî ya navdewletî ji bo berhingar bûna terorê daye zanîn.

Serokwezîr daxwaz ji Yekêtiya Zanayên Ola Îslama Kurdistanê kir alîkariya parlemanto, wezaret û saziyên hikûmetê û rêxistinên civaka sivîl bike ji bo danan û bi cih anîna stratejî bo çawaniya berhingarbûna terorê, bi awayekê ku giringiyê bi perwerde, kultûr, abûrî, program û nehêlana hizra tûndiyê ji bo berhingar bûna terorê bidet.

Barzanî rola mêinberên mizgeftan ji bo dijatî kirina teror û şiyar kirina gel ji metirsiyên terror û hizra terorîstî li Herêma Kurdistanê bi giring daye zanîn. Her wiha pêdagirî li ser pêwîstiya çavdêrî kirina Yekêtiya Zanayan li ser perwerdeya olî û mênberên mizgeftan kir.

Serokwezîr li dawiyê berhev bûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo yarmetîdana berfireh kirina hesta welatparêzî û îmandariya rastîn û parastina mafên mamostayên olî nîşanda.


Top