Li gundekî Efrînê zimanê Kurdî tê qedexekirin
Jêderekî ji gundê Qêsim yê navçeya Raco ji K24ê re da zanîn, grûpa bi navê Ehrar el-Şerqiye axaftina bi zimanê Kurdî li Kurdên wî gundî qedexe dike.
Da zanîn jî, berî çend rojan heman grûpê welatiyên gundê Qêsim kom kiribûn û rê û rêbazên ola Îslamî lê spandibûn û ji wan daxwaz kiribûn jî ku cilûbergên li gorî ola Îslamê lixwe bikin.
Ji aliyekî din ve, li gundê Çeqela ya navçeya Şiyê grûpên çekdar avêtibûn ser malên gundiyan û 30 welat revandibûn, 13 welatî li hember bireke mezin ji pereyan berdan, lê çarenivîsa 17 kesan din ne diyar e.
Li Efrînê ku 18ê Adarê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatibû dagirkirin tenê di çend rojên bûrî de 4 welatî ji aliyê çekdaran ve hatibûn kuştin.
Herwiha demek e jî, agir bi dar û daristanên navçeya Bilbilê, Şera, Şiyê, Mabeta û Çiyayê Hawarê ketiye û di wê derbarê de Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, ku ev agir bi qest tê vêketin û ji dema artêşa Tirkiyê û çekdarên wê ve derbasî Efrînê bûne, şewitandina dar û daristanan zêde bûne.
K24
