• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr tevî Şandeyeka Brîtanyayê civiya

Serokwezîr tevî Şandeyeka Brîtanyayê civiya
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê êvariya roja dûşem 2018-07-23 pêşwaziya General Sir John Gordon Lorimer, Şêwirmendê leşkeriyê Brîtanyayê ji bo Rojhilata Navîn, John Wilkes Balyoze vî welatî li Îraqê û Martin war Konsulê Brîtanya li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinekê de behsa rewşa niha û pêşhatên Îraqê kirin û pêdagirî jî li ser girinyî ya piroseya siyasî piştî hilbijartinê bo hemû aliyan kirin ku divê ji bo pêkanîna hikûmeteka niştîmanî û çareser kirina pirsgirêkan alîkariya hevdu bikin.

Şandeya mêvan berhev bûna welatê xwe ji bo alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li warê reform li Herêma Kurdistanê xuyakir.

Serokwezîr ji bona alîkarî yên Hikûmeta Brîrtanyayê ji bo reform û rêkxistina Wezareta Pêşmerge spasiya vî welatî kir. Her wiha kûrtiyek derbarê pirsgirêk û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê ku Herêma Kurdistanê roleka berçav têde hebe, xiste berçav.

La dawiyê jî behsa rewşa deverê û pirsên rojhilata navîn kirin.
Top