Serokê Partiyekî Iraqê: Zêbarî berbijêrê herî başe ji bo serokomariya Iraqê
Serokê Partiya Musteqbel a Destûrî ya Iraqê ragehand, ti berbijêrek ji bo wergirtina peywira serokomarê Iraqê di vê qonaxê de ji Hoşyar Zêbarî baştir nîne û ew taybetmendiyên di Zêbarî de hene, dê bibe sedem ku birêvebirina wî erkî de serkeftî be.
Serokê Partiya Musteqbel (Pêşeroj) a Destûrî ya Iraqê Întîfaz Qenber ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêgeha serokomar pêwîstî bi gelek pêwendiyên dîplomasî ve heye, li gel welatên ereb û herêmê û cîhana derve. Zêbarî xwedî wan pêwendiyên derve ye û şarazayiya wî di warê dîplomasî de heye.’’
Herwaha got: ‘’Zêbarî dê bibe parêzerekî baş ê destûrê. Ji ber xwedî helwêst û bingehê siyasî yê bihêz e û bi helbijartina wî ya wek serokomarê Iraqê, guhertina pêwîst di asta şeqama Iraqê de dê pêkbê, ku di xwepêşandanên dema borî de daxwaza wan guhertinan dihate kirin.’’
Li gor çavdêr jî dibêjin şansê Hoşyar Zêbarî yê ji bo serokomariya Iraqê zêde ye. Şarazayê destûrî yê Iraqê Tariq Herb jî di hevpeyvîneke televîzyona K24ê ragehand, dema helbijartina serokomarê nû yê Iraqê nêzîk bûye, kesê serkeftî jî dê berbijêrê PDKê Hoşyar Zêbarî be, ji ber piştevaniya Serok Barzanî û Sedir û Helbûsî li gel e.’’
Herwaha cîgirê serokê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadpweriyê ya Berhem Salih serokatiya wê dikir Mihemed Reûf jî ragehand, li gor rêkeftina naha li Parlamentoya Iraqê heye, serkeftina Hoşyar Zêbarî misoger e.
Basnews
