Zanyarî derbarê şehîd û birîndarên êrîşên terorîstî ya îro li Hewlêrê!
Fermanberê mesîhî yê beşa xizmetkariya parêzgeha Hewlêr Ferhan Îlya Biraymok, ku 20 sale li parêzgeriya Hewlêrê de kar dike û xelkê bajarê Şeqlawa ye, di encama bûyerê de şehîd bûye. Biryare termê wî ji Dêra Şeqlawa re bê veguhestin û piştî merasîmeke olî li goristanê bi axê bê spartin.
Polîsê ku 16 sale xizmetê dike yê bi navê Ehmed Selîm di êrîşa terorîstî ya îro 23.07.2018ê de bi guleyan birîndar bû û du gule lê ketine. Ehmed Selîm dayîk bûyê 1983ê ye û bavê 5 zarokan e. Herwaha hat zanîn ev cara duyeme di dema erkê xwe yê fermî de birîndar dibe.
Vê derbarê de cîgirê rêveberiya asayîşa Hewlêrê Barzan Qesab ragehand, ku di dema şerê li gel wan her sê terorîstan de çar karmendên asayîşê birîndar bûne.
Rêveberê tenduristiya Hewlêrê Dr. Saman Berzincî jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber êrîşa îro ya ser avahiya parêzgeriya Hewlêrê de, şehîdek û pênc birîndar hene û çar ji wan ser bi hêzên asayîşê ne û kesê din jî polis e.’’
Herwaha got: ‘’Sê kesên birîndar hatine emeliyat kirin û naha tenduristiya wan di cîh de ye, lê yek ji birîndaran bêhna wî teng dibe.’’
Basnews
