Partiyên Bakur: Rewşa Awarte bi devkî rabûye lê bi pratîkî berdewam e
Di ser rakirina bi awayeke fermî ya Rewşa Awarte re heftiyek derbas bû. Lê hem Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û hem jî Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) dibêje, Rewşa Awarte bi awayeke pratîkî berdewam dike. Xalên kontrola asayîşê ya nava bajêran û nebûn edaletê jî nîşaneya vê yekê ye. Lê AK Partî jî dibêje nexêr, tu zirara Rewşa Awarte ya bihurî jî rewşa niha ya heyî jî ji xelkê sivîl re çênebûye û çênabe jî.
Li gorî rêveberên PSKê, li bajarên Bakurê Kurdistanê tu nîşaneyeke ku Rewşa Awarte hatibe rakirin tune ye. Ji ber vê yekê xelk ditirse ramanên xwe yên siyasî bibêje.
Derbarê vê mijarê de Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel ji Rûdawê re wiha got: “Rastî ez guhertinek nakim. Dîsa li her derê polîs hene, kontrolkirina polîsan berdewam dike. Giranî û hebûna hêzên ewlekariyê li nava bajêr zêde ye. Çalakî qedexe ne, xelk stûxwar e, şikestiye.”
Partiya Doza Azad HUDA-PAR jî ji rewşa heyî bi gazinc e. Li gorî HUDA-PARê cihên kontrolkirina asayîşê û nevegerandina ser kar a bi hezaran kesî hêj nîşaneyên berdewamiya Rewşa Awarte ne.
Rêveberê Navendî yê HUDA-PARê Vedat Turgut got: “2 sal jixwe rewşa awarte hebû, 3 sal jî qanûna nû. Pênc salan bi rastî miletê me dê di bin van qanûnan de biheciq e. Divê miletê me îtiraz bike û hikûmet jî bi edalet hereket bike. Tu îhtiyacî bi Rewşa Awarte ya nû jî tune ye.”
Serokê AK Partiya Amedê Omer Serdar Budak jî berevajî PSKê û HUDA-PARê difikire. Budak dibêje Rewşa Awarte dema hebû jî tu zirara wê ji xelkê re tunebû û rewşa heyî jî tu zirara wê ji xelkê sivîl re tune ye. Li gorî Budak, herkes azad e û tiştên ku dixwazin dikarin bikin.
Omer Serdar Budak wiha îdia dike: “Jixwe berê jî hebûn û nebûna Rewşa Awarte tu bandor li xelkê nedikir. Welatiyên me yên sivîl li kuçe û kolanan li her derê azad bûn û tu zirareke wê ji wan re tunebû. Rewşa Awarte ku di 15ê tîrmehê de hate ragihandin, ne ji bo xelkê bû. Tenê ji bo dewletê bû. Bawer bikin Rewşa Awarte rabûye, ranebûye qet ne di xema welatiyan de ye.”
Piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê tîrmehê li tevahiya Tirkiyeyê Rewşa Awarte hatibû ragihandin. Piştî 2 salan, Rewşa Awarte bi awayeke fermî ji holê rabû. Hikûmet bi hinceta têkoşîna li dijî terorê niha dixwaze hin erkên Rewşa Awarte di qanûneke nû de bi cih bike.
Rudaw
