• Tuesday, 17 February 2026
logo

Encûmena parêzgeha Besrayê imzeyan bo fedraliya parêzgehê kom dikin

Encûmena parêzgeha Besrayê imzeyan bo fedraliya parêzgehê kom dikin
Encûmena parêzgeha Besrayê ragehand ku, 15 endamên encûmenê li ser daxwaza herêmkirina parêzgehê imzekirine û di van nêzîkan daxwaza ji hikûmetê re bişînin.

Endamê encûmena parêzgeha Besrayê Ehmed Silêtî ragehand ku, heta niha ji hejmara 35 endamên parêzgehê imzeya 15 endaman li ser daxwaza herêmkirina Besrayê kom kirine.

Da zanîn ku, li gor yasayê daxaz herêmkirinê pêwîstiya xwe bi 12 imzeyên endamê encûmena parêzgehê heye.

Encûmena parêzgeha Besrayê da zanîn ku, bi van nêzîkan daxwaza xwe ji hikûmetê re bişînin.


Basnews
Top