• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Hesekê 250 çekdarên DAIŞê xwe radestî şervanan kirin

Gulan Media January 25, 2022 Nûçe
Li Hesekê 250 çekdarên DAIŞê xwe radestî şervanan kirin

HSDê ragihand, di berdewamiya şer û pevçûnên li Hesekê de îro danê sibê 250 çekdarên din ên DAIŞê xwe radestî hêzên wan kirine û bi wê yekê hejmara çekdarên ku ji destpêka aloziyên li Hesekê xwe radest kirine, bo 550 kesan bilind bû.

Şer û pevçûn li derdora girtîgeha Sinaa ya li taxa Xuwêran a bajarê Hesekê di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çekdarên DAIŞê de berdewam e, ku çekdarên DAIŞê ji roja Pêncşemê 20ê Çile ve di wê girtîgehê de dest bi yaxîbûneke mezin kirine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro bi daxuyaniyekê aşkere kir, ku 250 çekdarên din ên DAIŞê xwe radestî şervanan kirine.

Di daxuyaniya HSDê de tê gotin, “Hejmara çeteyên DAIŞê yên ku li zindana Sinaa ya Hesekê xwe radestî hêzên me kirin, gihişt 550 çeteyan, piştî ku îro danê sibê 250 çeteyên din neçar man xwe radest bikin, ji ber ku hêzên me bi tundî û deqîq derbên giran li avahiyekê xistin ku wan xwe di nav de li hundirê girtîgehê veşartibûn.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk herwiha îro di daxuyaniyeke din de aşkere kirin, hêzên wan 9 karmendên girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê ji destê DAIŞê rizgar kirine û di berdewamiya operasyonên xwe de li taxên Xiwêran, Zihûr û derdora çemê Xabûr li başûrê Hesekê 17 çekdarên DAIŞê kuştine.

Şeva Pêncşembê 20ê Çileya 2022, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Girtîgeha Sinaa ya li taxa Xuwêran a Hesekê alozî derketiye û çekdarên DAIŞê yên li wê girtîgehê dest bi yaxîbûnê kirine û hejmarek çekdarên şaneyên nihênî yên DAIŞê jî li derveyî girtîgehê êrişî girtîgehê kirine.

Ji bo kontrolkirina rewşê, HSDê û Asayişa Rojavayê Kurdistanê ketin amadebeşiyê û hêzên zêdetir şandin bajarê Hesekê û derdora taxa Xuwêran û Girtîgeha Sinaa bi temamî dorpêç kirin.

Ji wê demê ve heta îro şer û pevçûn di navbera HSDê û çekdarên DAIŞê de berdewam in û HSDê ragihandiye, 10 hezar şervan di kontrolkirina rewşa ne asayî ya li bajarê Hesekê de beşdar in.

HSDê du roj beriya niha ragihand, di şerê 3 rojan de 175 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 27 şervanên wan jî şehîd bûne.

HSDê herwiha duh Duşemê 24ê Çile ragihand ku 300 çekdarên DAIŞê yên yaxî bûbûn, xwe radestî hêzên wan kirine. Di daxuyaniya HSDê de hat gotin: “Piştî bangên xwe radestkirina ewle û radestkirina çekan, hêzên me îro saet 5ê sibehê girt ser avahiyeke girtîgeha ku çete tê de bûn, derdora 300 çeteyî xwe radestî hêzên me kirin.”

 

Rudaw

Top