• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nasnameya êrişkarên avahiya Parêzgariya Hewlêrê diyar bû

Nasnameya êrişkarên avahiya Parêzgariya Hewlêrê diyar bû
Derbarê êrîşa îro 23.07.2018ê li ser parêzgeriya Hewlêrê pêkhat û bû sedema şehîd bûna fermanbereke parêzgehê û birîndarbûna karmendên ewlehiyê û bi kuştina her sê êrîşkaran ve bi dawî bû, Hêza Dijî Teror a Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û nasnameya êrîşkaran aşkera kir.

Daxuyaniya Hêza Dijî Teror a Kurdistanê ya di tora xwe ya fermî ya civakî facebookê de hatiye belav kirin waha ye:

Ew sê çekdarên ku êrîş kirin ser avahiya parêzgeriya Hewlêrê kurd in û rûniştvanên Hewlêrê ne.

Li gor lêkolînên destpêkê ew sê çekdarên ku îro serê sibê êrîş kirin ser avahiya parêzgeriya Hewlêrê û di pevçûna li gel hêzên ewlehiyê de hatin kuştin, hemwelatiyên herêma Kurdistanê ne û rûniştvanên bajarê Hewlêrê, taxa Qelata nû ne. Navên wan waha ye; Rehêl Mihemed Rostem Musa, dayîkbûyê sala 2002 yê ye. Bîlal Silêman Ebdulrehman Ehmed dayîkbûyê sala 2000ê ye. Ebdulrehman Rehîm Qadir Husên dayîkbûyê sala 2002 ye.

Hersê êrîşkar xwandevanên qonaxa amadeyiyê ne.

Waar.tv
Top