HPG: li Colemêrgê jî 9 leşker hatin kuştin
HPG'ê li ser çalakiyan ev agahî da: Li Eyaleta Serhedê hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî de roja 21'ê Tîrmehê seat 09'an rêya navneteweyî ya navbera navçeya Ebex a Wanê û navçeya Bazid a Agiriyê kontrol kirin. Di vê çalakiyê de gelek wesayît hatin rawestandin û li ser pêvajoyê hêzên me gel agahdar kirin. Di heman demê de 6 TIR'ên kesên ku bi dijmin re kar dikin ji aliyê hêzên ve hatin şewitandin û 4 TIR bi temamî hatin rûxandin. Demek dirêj artêşa Tirkiyeyê nekarî mudaxleyî cihê bûyerê bike û rêya navneteweyî li trafîkê hate girtin.
Wesayîtên zirxî yên ji bo mudaxeleyê hatin cihê bûyerê bûn hedefa hêzên me. Di çalakiyê de der bli wesayîteke zirxî ya bi tîpa kirpî hate xxistin û 2 leşker hatin kuştin. Çeka giran a A4 ku li ser wesayîtê bû hate rûxandin.
