Serokwezîr Barzanî û Ján Kubiš rewşa Îraqê dinirxînin
Di civînê de behsa bûyerên van rojên dawiyê li Îraqê û bi tyabetî xwepîşandan û aloziyên başûrê Îraqê hat kirin û Ján Kubiš tekîd kir ku pêwîst e aliyên siaysiyên Îraqê dest bi diyaloga cidî ji bona pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Îraqê bikin û bi berdewamî daxwaziyên hevwelatiyan bişopîn in û got ku rola Herêma Kurdistanê di danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Îraqê de roleke bi bandor û giring e.
Nêçîrvan Barzanî behsa pirosesa siyaysî li Îraqê û hijmartina dengan bi dest (degên dengdana 12 gulan borî ji bo perlamentoya Îraqê) kir ku pirosesa hijmatina bi dest bi dawî hatiye û bi pêdvî zanî ku Dadgeha Federal a Îraqê biryara xwe li ser encamên hilbijartinê bide û encaman qebûl û pesind bike daku aliyên siyasî bi cidîtir dest bi danûstandinên pêkanîna kabîneya nû bikin.
Serokwezîr got ku ji bona aramiya Îraqê, Herêma Kurdistanê amade ye bi her awayî hevkarî û alîkariyê bike, û divê di çarçoveya pirograma hikûmeta nuya ya bê de daxwazên hevwelatiyan cî bigirin û çareserî jê re bê dîtin.
