• Tuesday, 17 February 2026
logo

HDP: Bê çareserkirina pirsa Kurdî ti rê li pêş Tirkiyê nîn e

HDP: Bê çareserkirina pirsa Kurdî ti rê li pêş Tirkiyê nîn e
Hevseroka HDPê dibêje, li Tirkiyê sê sal in şer û pevçûn berdewam dikin û êdî desthilat nikare ji ber krîzên civakî û aborî Tirkiye rêvebibe. Da zanîn, Bê çareserkirina pirsa Kurdî ti rê li pêş Tirkiyê nîn e.

HDP, bi beşdariya parlamenter û rêveberên xwe li Wanê civîneke sê rojan encam da. Hevseroka HDPê Perwîn Buldan, piştî civînê da xuyakirin, digel zext û fişar û rewşa awarte û benda hilbijartinê, hebûna HDPê li parlamentoya Tirkiyê girîng dibînin.

Da xuyakirin, Piştî Efrînê desthilata Tirkiyê behsa operasyona Qendîlê dike, lê ev operasyon dê krîza Tirkiyê kûrtir bike. Divê kêşe bi diyalogê bên çareserkirin. Take çere li pêş Tirkiyê heye, divê bi rêyên demokratîk û aştiyane pirsa Kurdî çareser bike. Rêyên din kêşeyan kûrtir dikin.

K24
Top