• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mike Pompeo: Em piştgiriya nerazîbûna xelkê Îranê dikin

Mike Pompeo: Em piştgiriya nerazîbûna xelkê Îranê dikin
Li kitêbxaneya Ronald Reagan a li Kalîforniyayê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li beramber sedan îraniyên diyasporayê gotarek pêşkêş kir.



Popeo di gotara xwe de tekez kir, ku Amerîka piştgiriya nerazîbûna xelkê Îranê ya ji bo guhertina rejîmê dike.



Mike Pompeo got: "Hinek car cîhan nizane çi bike li beramber desthilata wê rejîmê li navxweyê welat û kampanya tûndûtûjiyên wê li derve, xelkê Îranê ku cihê şanaziyê ne li beramber binpêkirinên hikûmeta xwe bêdeng nabin, herwiha hikûmeta Amerîkayê jî bi serkirdayetiya Trump bi heman awayî bêdeng nabe, li ser wan nerazîbûnan û 40 sal serkutkariya wê rejîmê, peyameke min bo xelkê Îranê heye, guhê Amerîka li we ye, piştgiriya we dike, Amerîka ligel we ye, dema Amerîka dibîne azadî bi rêya ax û keviran pêngavekê diçe pêş, em soza hevsoziyê didin we."



Pompeo herwiha da xuyakirin, asta gendeliyê li Îranê nîşan dide ku ew welat ji aliyê mafiyayê ve tê birêvebirin, ne hikûmetê.



Wezîrê Derve yê Amerîkayê li ser gendeliya li Îranê wiha axivî: "Asta gendeliya di serwetê de li nav serkirdeyên Îranê pêşan dide ku Îran bi awayekî ji awayan ji aliyê mafya vet ê birêvebirin ne hikûmetê, di siyaseta derve de, erkê wê rejîmê şandin û berhemanîna kampanya alozî û tundûtûjiya îdeolojî ye li derveyî Îranê, Beşar Esed li Sûriyê, Hizbullah lu Lubnanê, Hemas, grûpên Şîe yên çekdar li Iraqê û Husî li Yemenê, piştgiriya wan ji aliyê Îranê ve bi milyaran dolar li ser ketiye, di demekê de ku slogana Sûriyê bicîh bihêle û li me bifikire bilind dikin."



Ev axavtina Wezîrê Derve yê Amerîkayê di demekê de ye ku doh Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî li beramber zextên Amerîkayê bo ser Îranê gef ji Serokê Amerîkayê xwar û got: "Bi dêla şêr meleyîze."



Trump jî di Twîtterekê de bersiva Ruhanî da û got: "Qet careke din gefan li Amerîkayê nekî, eger na rûbirûyê komek ceza dibî ku qet kesî di dîrokê de ji ber cezayên weha nenalandiye."



Serokê Amerîkayê herwiha dibêje: "Êdî em ne ew welat in, ku li beramber gotinên we yên radîkal bêdeng bin."

Rudaw
Top