Li Yûnanistanê agir bi daristanan ket: 50 mirî
Li gor Navenda Alîkariya Bilez a Niştimanî ya Yûnanistanê (EKAV), di agirê ku li bakurê rojhilatê Atînayê di nav daristanan de derketiye û ber bi cihên niştecihbûnê ve belav bûye, 50 kesan canê xwe ji dest dane. Lê li gor daxwiyaniya Navenda Îdareya Tendirûstî ya Niştimanî, 6 jê giran 25 kes birîndar bûne.
Serokwezîrê Yûnanistanê Aleksis Çipras jî serdana xwe ya Bosna-Hersekê di nîvî de hişt û vegeriya Atînayê û tevlî civîna rewşa bilez bû. Çipras, ragihand ku hemû tîmên alîkariya bilez bo cihê agir hatine veguhestin û got: "Agirê ku hem li bakur û rojavayê Attîkî di heman demê de derketiye cihê gumanê ye."
Herwiha hat ragihandin ku bi sedan mal û otomobîl jî bûne xwelî û bi sedan kes ji malên wan bo cihên din hatine veguhestin.
Rudaw
