• Tuesday, 17 February 2026
logo

Konsulê nû yê Amerîkayê serdana Serokwezîr dike

Konsulê nû yê Amerîkayê serdana Serokwezîr dike
Ken Gross Konsulê giştiyê yê berê yê Amerîkayê û Steve Wagn Konsulê nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, roja 23.07.2018ê li bajarê Hewlêrê, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Di civînekê de behsa têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê hat kirin û Ken Gross sipasiya hevkarî û hêsankariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di dema du salên borî de pê re kirye kir û hêvî xwest bi heman awayî hêsankarî û hevkariyê bi konsulê nû re jî berdema bikin.

Şandeya mêvan hêvî xwest têkeliyên Herêma Kurdistan û Amerîkayê di hemû waran de zêdetir pêşde biçin û berheviya xwe nîşan da ku niha û li paşerojê jî piştevaniya pirosesa siyasî li Îraq û Kurdistanê bikin.

Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku Ken Gross Kunsulê berê yê Amerîkayê li Hewlêrê, di wê wezîfeya nû werdigire de serkeftî be û kar û xebatên wî yên du salan li Herêma Kurdistanê ku, salên pir dijwar bûn, bilind nirxandin û got ku Hherêma Kurdistanê dê li ser pêşxistina têkeliyên xwe bi Amerîkayê re berdewam be û dê hemû hevkarî û hêsankariyan jî ji konsulê nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê re bike.

Têkeliyên nvabera Hewlêr û Bexdayê, rewşa aloza başûrê Îraqê û rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê di civînê de haitn gotûbêj kirin.
Top