• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şingal.. Bombek teqîya û ciwanekî jiyana xwe ji dest da

Şingal.. Bombek teqîya û ciwanekî jiyana xwe ji dest da
Peyamnêrê WAARê ragihand: Îro ciwanê bi navê Îbrahîm Qulu yê temen 30 salî hewl dide sera xaniyê xwe yê li devera Sikînê ya qeza Şingalê bide û ji bo dîtina xanî diçe nav malê, lê mayîneke çandî ya terorîstên DAIŞê di wî de diteqe û li wê derê jiyana xwe ji dest dide.’’

Herwiha diyarkir: Mayîn ji aliyê terorîstên DAIŞê ve dema ku Şingal sala 2014ê girtibûn hatibû danîn û heta naha nehatibû paqij kirin. Ev bûyera çendemîn e ku li devera Şingalê mayîn bi hemwelatiyan de diteqe.’’

Waar.tv
Top