HESEKE - Firokeyên Hevpeymaniyê navenda zindanê bombebaran kirin
Şer û pevçûn li zindana Hesekê û derdora wê berdewam in û şervanên HSDê dever bi temamî dorpêç kirine û hewl didin rewşê kontrol bikin. Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî vê sibehê DAIŞiyên li nav zindanê bombebaran kirin.
Şer berdewam e
Şerê dijî çekdarên DAIŞê di Girtîgeha Hesekê de ji aliyê şervanên HSDê ve bi piştîvaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji roja Îna borî ve berdewam e.
Li gor daxuyaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), derdora 100 ta 110 çekdarên DAIŞê li nav zindanê li dikî şervan şer dikin.
HSD dide zanîn ku şer heta niha bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Mavdewletî berdewam e tenê di sînorê zindanê de şer heye û li derveyî zindanê şer nemaye.
Hejmara kuştiyên DAIŞê
HSD tekez dike ku zindan bi temamî hatiye dorpêçkirin û heta niha 130 çekdarên DAIŞ di êrîşê de hatine kuştin, her wiha nêzî 20 şervan û sivîl jî şehîd bûne.
Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî piştevaniya hêzên HSDê dikin ku zindan dorpêç kirine û vê sibehê çend cih li nav zindana Xiwêran bombebaran kirin.
Bi nerîna çavdêrên peywendîdar, armanca êrîşa roja Înê ya DAIŞê bi rêya sed çekdaran bo ser Girtîgeha Hesekê tenê bo rizgarikirina serkirde û fermandarên DAIŞê bû, ku ev nêzîkî çar salan dibe di nav vê girtîgehê de ne, lê bi gotina fermandarên HSDê ev plan û hewla DAIŞê biser neket û di demeke kurt de wê bidawî bibe.
Bi hezaran kes koçber bûn
Roja Pêncşemê, bêhtir ji 100 çekdarên DAIŞê girte ser Zindana Xiwêran, şer û rûbirûbûn heta roja Şemiyê berdewam bû. Çekdaran bi sedan dîlên DAIŞî azad kirin, nêzîkî 200î ji wan, ji aliyê şervanan ve hatin girtin.
Berpirsên xwecihî li parêzgeha Hesekê diyar dikin, nêzîkî 4 hezar kes ji encama êrîşa DAIŞê li ser Zindana Xiwêran, derbider bûn.
Êrişa li ser zindanê
Roja Pêncşemê, bêhtir ji 100 çekdarên DAIŞê girte ser Zindana Xiwêran, şer û rûbirûbûn heta roja Şemiyê berdewam bû. Çekdaran bi sedan dîlên DAIŞî azad kirin, nêzîkî 200î ji wan, ji aliyê şervanan ve hatin girtin.
Li gor gotina Berdevkê Navenda Ragihandina HSDê Ferhat Şamî, tenê di rûbirûbûna roja Şemiyê de, 22 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Rudaw
