Hêzên Sûriyê û DAIŞê ketine pêşbirkê li ser kontrolkirina cihên opozisyonê vala kirine
Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê, hêzên artêşa Sûriyê 21 gund û mezre û girekî stratejîk jî li gundên derdora başûrê Quneytre nû di navbera herdu parêzgehên Deraa û Quneytreyê de kontrol kirine.
Herwiha hêzên hikûmeta Sûriyê her du bajarokên Newa û el-Mihec ên ser bi Deraayê kontrol kirine û çekdarên ku red kiribûn rêkeftinê ligel hikûmeta Sûriyê bikin, ji wê deverê hatine derxistin.
Li gorî çavkaniyên ser bi hikûmeta Sûriyê, hêzên artêşa Sûriyê niha tevahiya parêzgeha Deraayê, ji bilî devera bêrim anku hewza Yermûkê, ku ji sedî 6 ji rûberê parêzgehê ye, kontrol kirine.
Li aliyekî din, çavkaniyên xwecihî ji ajansên nûçeyan re aşkere kirine ku çekdarên DAIŞê 18 gund li deverê kontrol kirine ku çekdarên opozisyona Sûriyê ji wan vekişiya bûn.
Heman çavkanî tekez dikin ku hêzên hikûmeta Sûriyê heta niha nikarîne tu pêşveçûnên serbazî li dijî çekdarên DAIŞê li deverê bi dest bînin.
Her li gor çavkaniyên xwecihî, çekdarên Cebhet el-Nusre ku bi fermî navê Heyet Tehrîr el-Şam li xwe dike, dergehê sînorî di navbera herdu beşên Colanê de şewitandin û ji deverê vekişiyan.
Piştî ku hêzên hikûmeta Sûriyê ji kontrolkirina tevahiya devera sînorî bi Îsraîlê re nêzîk bûne, çavkaniyên dîplomatîk ên agahdar pêşbînî dikin ku polîsên serbazî yên rûsî û polîsên sivîl ên sûrî devera jihevdurxistina hêzên Sûriye û Îsraîlê, li gor rêkeftina sala 1974an, belav bibin.
Rudaw
