• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hêzên Dijî Terorê li Kurdistanê hişyariyê dide kenalên ragihandinê

Hêzên Dijî Terorê li Kurdistanê hişyariyê dide kenalên ragihandinê
Di daxuyaniyekê de, Hêzên Dijî Terorê li Kurdistanê hişyarî dan dezgehên ragihandinê, ku di bûyerên wek a duh de, nêzîkî cihê bûyerê nebin, heger na, wê ew dezgeh rastî rênimayên yasayî bên.

Di daxuyaniyê de hatiye: Ji bo hemû kenalên ragihandinê bê cudahî. Di bûyera duh de li avahiya parêzgay Hewlêrê, derket ku kenalên ragihandinê gellekî nepirofîşînalane kar dikin û di dema rûmalkirina nûçeyên xwe de, bi ti awayî rewşa emnî li ber cava nagirin, xema wan a serekî tenê like û destxweşî ye. Ji niha û pêve, xwedê neke bûyereke wek a duh dubare bibe, nabe bi ti awayî kenalên ragihandinê nêzîkî cihê bûyerê bibin û rûmala wê bikin, heger pêbendî vê yekê nebin, emê bi tundî rêkarên yasayî beramberî wan bistînin û ew dezgeh wê li ser encamên karên xwe berpirs bin.

Herwiha Hêzên Dijî Terorê li Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêjin: Em hêvî dikin careke din dezgehên ragihandinê, berpirsane serederiyê bikin û sincên rojnamevaniyê biparêzin û, careke din vê şaştiyê nekin ku ev çendîn car in dubare dibe. Divê rewşa emnî berçav bêgirtin, ji ber ku li cem me selametiya welatiyan û karmend û pêşmergeyên me, ji rûmalkirina nûçeyên wan dezgehan giringtir e. Ev corê rûmalkirinê ku kenalên ragihandinê ji bo nûçeyên xwe dikin, ji bilî xizmetkirina terorîstan, ti wateyeke din nade.

Em bihêvî ne, ev reftarên dezgehên ragihandinê, ku çendîn car in dubare dibin, dawîn car be, ji ber ku careke din ji aliyê me ve nayê qebûlkirin.

K24
Top