• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û herdû balyozên Fransa û Almanya civîyan

Nêçîrvan Barzanî û herdû balyozên Fransa û Almanya civîyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û herdû balyozên Fransa û Almanya rewşa Iraqê piştî xwepêşandanan gotûbêj kirin û tekez kirin ku pêwîst e aliyên siyasî yên Iraqê hewlên xwe bidin ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê.

Îro Dûşema 23-7-2018 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya Sîrîl Nan û Balyozê Fransa Bront Obêrt û şanda ligel wan kir.

Di wê hevdîtinê de şanda mêvan behsa bûyerên vê dawiyê yên Iraqê kir û got ku pêwîst e aliyên Iraqê hemû hewlên xwe bidin ji bo pêkanîna hikûmeta nû, herwiha Hikûmeta Kurdistanê jî roleke berçav hebe ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi zûtirîn dem.

Di beşeke din a wê hevdîtinê de behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexda hat kirin û Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina gotûbêjeke cidî ligel Iraqê û ji bo beşdariya di hikûmeta nû ya Iraqê de, amade ye.

Serokwezîrê Kurdistanê spasiya Fransa û Almanya kir li ser alîkariyên wan ên berdewam ji aliyê mirovî û leşkerî bo Kurdistanê nexasim di rojên dijwar de. Herwiha spasiya wan kir li ser vexwendinên fermî yên herdû welatan jê re û li ser piştgiriya wan bo Herêma Kurdistanê sala par.

Waar.tv
Top