Kirmaşan…6 girtiyên kurd hatin darve kirin!
Malpera Mafê Mirov (Hengaw) ragehand, roja 18.07.2018ê hemwelatiyek kurd ê xelkê Ciwanro yê bi navê Salih Xanîzade yê kurê Ebdula li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate darve kirin.
Salih Xanîzade temenê wî 65 sal bû û di sala 2008ê bi tometa kuştina qesdî hat girtin û ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve cezayê darve kirinê jê re hat dayîn û 10 salan li girtîgeha Dîzlabadê ya Kirmaşanê hate ragirtin.
Heman demê de roja înê 201.07.2018ê cezayê darve kirinê yê 5 girtiyên kurd li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dîzlabad)ê birêve çû.
Nasnameya du kes ji wan girtiyan waha ye: Dawud Rebanî û Elî Riza Aşûrî. Heta naha nav û nasnameya wan her sê kesên din ne diyar e. Herwaha sedemê darve kirina wan 5 kesan jî hat ragehandin ji ber kuştina qesdî ye.
Basnews
