• Tuesday, 17 February 2026
logo

Senterekê lêkolînan: Nêçîrvan Barzanî Kurdistanê li ser rêbaza Japonê pêşve dibe

Senterekê lêkolînan: Nêçîrvan Barzanî Kurdistanê li ser rêbaza Japonê pêşve dibe
Senterê Rewabit yê lêkolînên sitratîcî û sîyasî ragihand; Nêçîrvan Barzanî rolekê karîger di vejandina Herêma Kurdistanê di warên aborî û geşepêdanê de hebûye û bi Yoşîda Şîgro yê Herêma Kurdistana Îraqê navkiriye.
Senterê navhatî di babetekê xwe da behis li rewşa Îraqê piştî sala 2003 yê kiriye û li serkirdatîya Herêma Kurdistanê û pêşkeftina wê kiriye û bi hevberkirin digel parêzgehên din yên Îraqê bi serkeftî navkir û gotîye: Çîna sîyasî ya Kurdî rolekê giring di wê pêşkeftinê da hebûye, li destpêka wan jî Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê.
Di alîyekê din yê wî babetî da amaje kiriye ku ger Îraqê bixwaze ji gendelî û têkçûna rewşa civakî aborî û siyasî derbikeve pewiste li dûv rêbaza Nêçîrvan Barzanî biçe di wan salên hukmê xwe da ji sala 2004ê ta 2014ê karîye vejandineke berçav di warê aborî da dirust bike.
Senterê rewabit yê lêkolînên sitratîcî û siyasî li dawîya babetê xwe Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Yoşîda Şîgro serokwezîrê Japonê li qonaxa piştî cengê cîhanî yê duyê navkiriye ku bi rêberê serkeftina Japonê tê niyasîn.

Waar.tv
Top