• Wednesday, 25 February 2026
logo

Dadgeha Destûrê 30 roj dem da HDPê

Gulan Media January 21, 2022 Nûçe
Dadgeha Destûrê 30 roj dem da HDPê

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê di çarçoveya doza girtinê de ji bo parastinê 30 roj dem da Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

Li gor zanyariyan îro 20ê Çileya 2022ê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê di çarçoveya doza ku bi armanca girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye vekirin, nêrîna Dozgerê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ji HDPê re şand û ji bo parastinê 30 roj dem da wê partiyê.  

Dadgeha Bilind daxwaza HDPê ya şandina parastinên endamên wê yên ku ji bo wan qedexeya siyasî tê xwestin, bo serdozgeriyê red kir.

Ji niha şûnde HDP dê parastina xwe ya li ser girtina dozê amade bike û di wan 30 rojan de parastina xwe bike.

Piştre dê Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekir Şahîn daxuyaniyê bide û karbidestên HDPê jî parastina devkî bikin. Di vê proseyê daxwaza dema zêde jî dê ji aliyê Dadgeha Destûrê ve bê diyarkirin.

Doza girtina HDPê

HDP sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksyonê derketine. Li Parlamentoya Tirkiyê niha 57 kursiyên HDPê hene.

Niha proseya doza girtina HDP birêve diçe. Komîteya Destûra Bingehîn a ku ji 15 endaman pêk tê dê biryara dawî ya girtina HDPê bide. Ji van 15 endaman eger 10 endam bibêjin bila partî bê girtin, ev biryar dê bigîhîje destê Serdozgeriya Komarê ya  Dadegha Bilind  û paşê dê di Rojnameya Fermî de bê weşandin.

Piştî ku biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin li gor destûra partiyên siyasî, siyasetmedarên HDPê dê 5 salan nikaribin partiyekê ava bikin, bibin endamên û rêvebirên wê partiyê.

 

Rudaw

Top