• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serhed Qadir: Rûniştvanên Kerkûkê ji hêzên ewlehiya Iraqê piştrast nînin!

Serhed Qadir: Rûniştvanên Kerkûkê ji hêzên ewlehiya Iraqê piştrast nînin!
Rêveberê polisê qeza û nahyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji 16ê cotmehê ve koçberî herêma Kurdistanê bûye ragehand, rûniştvanên Kerkûkê ji wan hêzên ewlehiya ku naha li bajarin piştrast nînin.

Emîd Serhed Qadir di tora xwe ya civakî facebookê de belav kir: ‘’Dema ku erkê parêzger û saziyên ewlehiya Kerkûkê di bin desthilata Kurdan de bû, ewlehî û asayîşa Kerkûkê dihate parastin. Lê naha li bajar tişta ku naha pêktê, hukmeke leşkeriye û temamê rûniştvanên Kerkûkê ji wê hêza ewlehiya naha li Kerkûkê piştrast nînin.’’

Herwaha got: ‘’Ez daxwazê ji aliyên siyasî yên Kurdistanê dikim, di demeke herî zû de danûstanê bikin ku saziyên ewlehiya bajarê Kerkûkê vegerin, ku hemwelatiyên Kerkûkê bên parastin. Ji ber Kerkûk taybetmendiya xwe ya taybet heye.’’

Basnews
Top