• Wednesday, 25 February 2026
logo

MSD: Divê derbarê binpêkariyên li Efrînê de lêkolîn bên kirin

Gulan Media January 20, 2022 Nûçe
MSD: Divê derbarê binpêkariyên li Efrînê de lêkolîn bên kirin

Encûmena Sûrya Demokratîk (MSD) bang li civata navneteweyî û dewletên Erebî kir ku li dijî siyasetên Tirkiyê tê bikoşin û berpirsyartiyên xwe yên derbarê rewşa mirovahî ya li Efrînê de bi cih bînin. MSD herwiha dibêje: “Divê derbarê sûcên ku rejîma Tirk li Efrîna dagirkirî pêk tîne, lêkolîn were vekirin.”

Encûmena Sûrya Demokratîk bi boneya 4mîn salvegera destpêkirina êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê daxuyaniyek belav kir û têde dibêje, di êrîşa ser Efrînê de Tirkiyê çekên corbicor bikar anîn û piştî dagîrkirinê jî, ew navçe di qonaxeke metirsîdar re derbas bû.

MSD dibêje, ji wê demê binpêkarî û tawanên Tirkiyê û grûpên çekdar ji kuştin, revandin, îşkencedan û talankirina mal û milkê xelkê berdewam in.

“Koçberên Efrînê di rewşeke herî zehmet re derbas dibin”

Di daxuyaniya xwe de MSD diyar jî dike, li Şehba koçberên Efrînê di rewşeke herî zehmet re derbas dibin û binpêkqariyên ku bi enqest û mebest têne kirin, tawanên dijî mirovahiyê ne, herweha guhertina demografîk jî li Efrînê hatiye kirin.

MSD daxwaz ji Civaka Navdewletî û welatên Erebî dike, “rûbirûyî siyasetên Tirkiyê bibe ku metirsiya wê ne tenê li ser serweriya Sûriyê heye, herweha çavekî li rewşa mirovahî ya zehmet ya Efrînê bidin û bi berprisyaretiyê xwe rabin.”

“Divê lêkolîn li tawan û binpêkariyên çekdaran bê kirin”

Di heman demê de  MSD daxwaz dike lêkolîn li tawan û binpêkariyên grûpên çekdar ser bi Tirkiyê ve bêne kirin û siyastên Tirkiyê yê parçekirina beşek ji axa Sûriyê red bikin, ku pêkhateya siyasî, kultûrî û civakî ya Sûriyê armanc dike û ziman û kultûra xwe li ser xelkê disepîne.

“Bila dagirkerî bidawî bê”

MSD daxwaz ji hemû hêzên demokratîk yên Sûriyê dike “alîkariyê bikin ku dagîrkirina Tirkiyê bidawî bînin û grûpên tundrew û cihadî û grûpên ku bi navê opozisyonê tev digerin, biçin ber dadgehên navdewletî, herweha Tirkiyê jî weke dewleteke dagîrker bidin naskirin.”

Herwiha MSD dibêje divê hemû Sûrî kar ji bo serxistina diyaloga Niştîmanî bikin ku nêzîkbûn çêbibin û Sûriyeke nû li ser bingehên şaristanî û rêzgirtina li firerengiyê bê avakirin.

Destpêkirina êrişên li ser Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

 

Rudaw

Top