• Tuesday, 17 February 2026
logo

Alozî di Xwepêşandanan de rû da

Alozî di Xwepêşandanan de rû da
Alozî di Xwepêşandana Bexdayê, ku li meydana Tehrîr ya naverasta bajêr destpêkirî çêbûn. hêzên ewlekariyê li nêzîkî dergehê navçeya Kesk, xaza rûndikrêj bikar anî.

Xwepêşandanên Başûrê Îraqê, ev 13 rojin liser yek berdewam in. Ji ber gulebarankirinên Hêzên Ewlekariyê jî, heta niha 14 xwepêşander hatine kuştin.

Herweha her diçe xwepêşandanên parêzgeha Besre berferehtir dibin, û Hêzên Ewlekariyê jî piştênek ewlekariyê li derdora avahiya parêzgehê dirustkirin e. Xwepêşander jî, ji bo Kurdistan 24 dibêjin, berpirsên Iraqê di dema 15 salên borî de tenê derew li wan kirin e, û Fermandeyê Hêzên Bersivdana Bilez dibêje, pêwîst e xwepêşander moleta fermî werbigrin, da ku ew xwepêşanderan biparêzin.

K24
Top