Berpirsekî PDKê: Eger serkomarê Iraqê desthilatên xwe bikar anîba dê gelek tişt kiriba
Berpirsê pêwendiyên derve yên PDKê dibêje, hinek desthilatên serkomarê Iraqê hene ku heta niha nehatine bikaranîn. Serkomar dikarîbû bi wan desthilatan gelek tiştan bike.
Berpirsê pêwendiyên derve yên PDKê, Hoşyar Sîweylî ji BasNewsê re got, hîn nayê zanîn civîna me û YNKê li ser mijara serkomariya Iraqê dê kengê were kirin da ku her du partî nêrîn û siyaseta xwe bidin xuyakirin. Hinekî jî li hêviya biryara dadgeha federalî ne li ser bertekên li ser encamên hilbijartinan.
Hoşyar Sîweylî her wiha got, hinek caran tê gotin ku posta serkomariyê zêde girîng nîne û serkomar xwedan desthilateka bihêz nîne. Rast e li gorî posta serokwezîriyê, serkomarî zêde bihêz nîne lê biçûk jî nîne. Posta serkomariyê di warê cîbicîkirinê de posta duyem e. Serkomar di heman demê de serokê dewletê ye û di gelek merasim û helkeftên cîhanî de nûnertiya Iraqê dike.
Wî berpirsê PDKê anî ziman jî, li gorî madeya 67 ya Destûra Iraqê, yek ji desthilatên serkomar parastin û cîbicîkirina Destûra Iraqê ye. Ev xal bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng e ji ber ku pirsgirêkên serekî yên me û Bexdayê li ser cîbicîkirina Destûrê ye.
Berpirsê pêwendiyên derve yên PDKê li ser desthilatên serkomar jî got, hinek desthilatên serkomarê hene ku heta niha nehatine bikaranîn. Serkomar bi taybet di mijara madeya 140 ya Destûrê de gelekî xemsarî kir. Çimkî hinek partiyên Iraqî dixwastin madeya 140 bi yekcarî pûç bikin lê dadgeha federal ya Iraqê ew red kir. Di demekî ev erka serkomar bû. Serkomar piştî wê biryarê, lazim bû fişarê bixe ser hikûmetê herî kêm piroseya erebkirinê li Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî bide sekinandin, lê nekir û bêdeng ma.
Bi gotina Hoşyar Sîweylî, eger serkomar desthilatên xwe bikar bîne dikare gelek tiştan bike. Ji ber wê jî divê kesên bi şiyan bibin serkomarê Iraqê çimkî ew post pişka Herêma Kurdistanê ye û divê em sûdê jê bînin.
PDK û YNK li ser posta serkomariya Iraqê nakok in. YNK dibêje ew post pişka me ye lê PDKê wê yekê qebûl nake û kandîdê xwe (Hoşyar Zêbarî) destnîşan kiriye.
YNKê jî hîn kandîdê xwe yê fermî kifş nekiriye, lê serkomarê niha Berhem Salih dîsa xwe kandîd kiriye, ji bilî wî hevalzavayê Mam Celal, Letîf Reşîd û jina bi navê Gelawêj Elî jî xwe kandîd kirine.
Di heyama çend salên berê de li ser esasê lihevkirina aliyên siyasî, posta serkomariya Iraqê bo YNKê bûye lê PDK dibêje, ew di çarçoveya rêkeftina “stratejîk” ya YNK û PDKê de bû lê êdî ew rêkeftin nemaye û divê ji nû de her tişt bên axaftin.
YNKê beriya niha gotibû, êdî rêkeftina “stratejîk” di navbera me û PDKê de nemaye.
Basnews
