Nerazîbûna xelkê Besrayê venemiriye
Ji aliyekî din ve, Komisyona Bilind a Mafên Mirovan li Iraqê diyar kir, di xwepêşandanên 10 rojên bûrî de ta niha 12 kes hatine kuştin û zêdetir ji 571 kesên din jî birîndar bûne, ji wan 195 welatî û 371 jî endamên hêzên ewlehiyê ne.
Herwiha da zanîn, ta niha 302 xwepêşander hatine desteserkirin û ziyan gihîştiye 47 avajiyên hikûmî û partiyan.
Tevî belavbûna hêzên ewlehiyê, leşker û çekdarên mîlîşyayan li ser kolanên besra, Bexda û bajarên din ên Iraqê, lê xwepêşander li ser berdewamiya xwepêşandanên xwe û mafên xwe ên rewa ên peydakirina derfetên kar û cibicîkirina xizmetguzariyan rijd in.
Ji heyama 13 rojan, welatiyên parêzgeha Besra û parêzgehên başûrê Iraqê li dijî nebûna kehreba, av, xizmetguzariyên sereke û derfetên kar derketine xwepêşandanan dikin û wek ew dibêjin, ku baweriya wan bi sozên berpirsên Iraqê nemane.
K24
