Mislim: Me civîn li gel Şêwirmenda Esed nekiriye
Mislim nivîsî ye, ku ew li gel Şeiban neciviya ye û tekez dike ku rêveberiya wan, nûçeyên wiha venaşêre, lê tiştê li ser vê yekê hatiye belavkirin, ji rastiyê dûr e.
Berî niha jî, Salih Mislim red kiribû ku ew derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê li gel Hikûmetê civiya bin, lê di dema dawî de, rojnameya El-Weten ya ser bi Hikûmeta Sûryê ve, çend nûçe belav kir, ku çendîn caran şandên Hikûmetê li herdu bajarên Hesekê û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê, li gel YPG û HSDê civiyane û di encamê de li ser radestkirina zeviyên petrola Rimêlan ji hêzên Hikûmetê re lihev kirine, herwiha di rojên derbasbûyî de, YPG taxa Neşwa ya başûrê rojavayê Hesekê radestî rêjîma Sûryê kir.
K24
