Di salvegera 2 emin a rewşa awarte de li Tirkîye rewşa awarte hat rakirin
Di van pêvçunan de giştî li bajaren cuda cuda 248 kesan jiyana xwe ji dest da û nezî 2 hezar kes ji birindar bu. 20e Tirmehê li tevahîya Tirkiye yê rewşa awarte ji bo 3 meha hat ragihandin bes heta niha 7 caran hat dirêjkirin.
Di vê demê de 35 biryarname hatin ragihandin. Di çerçoveya van biryarnameya di navde Parezgeh, Qeymeqam, akademisyen, leşker, polis, bijişk û mamoste jî heyî bi giştî 129 hezar kes ji karên fermî hatin durxistin. Di çerçoveya van biryarnameya 50 hezar kes hatine zindankirin. Li Tirkiye yê 150 zedetir rojnemevan di girtigehê dene. Di çerçoveya van biryarnameya de 70 rojname 18 kenalên televizyonan 25 radyo û 20 kovar hatine girtin û dewletê dest daniye ser kel û pêlên van kenal û rojnameya. Ji 6 hezaran zêdetir Akademisyen ji karên wan hatine avêtin ji ber vê yêkê 35 kesan xwe bi xwe xwe kuştine. Di vê çerçoveyê de hezar u 431 komele û saziyên sivil hatine girtin. Di vê demê de 105 hezar û 151 kesan bervedan kirine ku disa vegerîn ser karên xwe bes 3 hezar û 752 di ji van bervedana hatine qebulkirin. Ji aliyê din ve her çiqas rewşa awarte li hemberî rexistina gulenî hatiber derxistin jî HDPê û DBPê jî bara xwe girtin. Di vê demê de 94 şaredarîyên DBPê qeyyum hatin tayîn kirin. 93 hevşaredar hatin binçavkirin û zindan kirin. Hej 46 hevşaredar di zindanê dene. Herwiha Hevserokên HDPê yên wi demî Silhedin Demirtaş û Figen Yuksekdağ jî di navde 12 parlementerên HDPê hatin binçavkirin û zindan kirin. Hinek ji van hatin berdan û hinek jî gelek caran disa hatin binçavkirin û berdan bes hej jî silhedin Demirtaş û figen yuksekdağ jî di nav de 11 parlementerên berê yên HDPê di zindanêdene. Hejayê gotinê ye ku piştî hilbijartina 24 heziranê Tirkiye berev sistema serokatîyê ve çu û ji bo ev sistem bê cibecihkirin jî hinek biryarname hatin ragihandin. Te gotin rewşa awarte wê 18 Tirmehê bê rakirin bes ji berîya vê jî biryarnameyeke hat ragihandin. Di çerçoveya vê biryarnameyê de jî 18 hezar û 632 kes ji har hatin avêtin.
Waar.tv
