• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Nîjeryayê di êrîşa çekdarî de 50 kes mirin

Gulan Media January 17, 2022 Nûçe
Li Nîjeryayê di êrîşa çekdarî de 50 kes mirin

Li eyaleta Kebbi ya Nîjeryayê kesên çekdar êrîş pêkanîna û 50 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya di çapemeniya netewî de cîh girtiye, bi dehan kesên çekdar ên bi motosîklet, li gundê Dankade ya ser bi eyaleta Kebbi li gel leşker û polîs ketine şer û pevçûnê.

Piştî wê pevçûnê wan kesên çekdar êrîş pêkanîn û 2 kes jê leşker bi giştî 50 kesan canê xwe ji dest dan.

Di êrîşa ku gelek kes jî birîndar bûn de, bi dehan mal bûn xwelî û gelek sewal jî telef bûn.

Li Nîjeryayê di demên dawiyê de kesên çekdar bi motosîkletan êrîş pêkdianîn, ji ber wê jî li hin eyaletên Nîjeryayê bikaranîna motosîkletan hatibûn qedexe kirin.

Herî dawiyê roja 4-5ê çileyê jî kesên çekdar li eyaleta Zamfara êrîş pêkanîbûn û zêdetir ji 200 kesan canê xwe ji dest dabûn.

 

Basnews

Top