Li Rihayê termê leşkerekî hat dîtin
Li navçeya Serêkaniyê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di otombîleke şewitî de termê leşkerekî hat dîtin.
Li taxa Ozbek a Serêkaniyê otombîleke ku park kiribû bi sedemeke nehat zanîn şewitî. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin veguhestin û agir vemirandin.
Piştî tîmên agir vemirandinê agir vemirandin di nav otombîlê de termê zilamekî dîtin. Hat zanîn term ê çawişê pispor ê bi navê Î.G. ye.
Termê Î.G. bo otopsiyê bo Saziya Bijîşkiya Edlî hat veguhestin û tîmên cendirmeyan derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.
