Bexda – Kujerê pasewanê kurd ê serokatiya komara Iraqê hate girtin
Duh li bajarê Bexda ya paytexta Iraqê, pasewanekî kurd ê serokatiya komara Iraqê bi çeka bêdeng hate kuştin û îro kujerê wî hate girtin.
Îro 17.01.2022yê şaneya ragehandina ewlehiya Iraqê daxuyaniyek li ser bûyerê belav kir û ragehand: Li ser zanyariyên bi hûrgilî yên îstixbaratê û lêkolîna federal a Iraqê û hêzên ewlehiyê karîn di 24 demjimêrên borî de kujerê pasewanê serokatiya komara Iraqê bigrin, ku wî kesê kujer piştî kuştina wî pasewanî çeka wî jî biri bû.
Duh li navçeya Dore ya Bexdayê pasewanekî fewca bejayî ya 2 ya lîwaya serokatiya komara Iraqê yê bi navê M.X ji aliyê kesekî ve hatibû kuştin û çeka wî jî biribûn. Kesê hatî kuştina rûniştvanê qeza Şingalê bû û kurdê êzdî bû.
Basnews
