Çar partiyên nerazî projeya YNK û PDKê red dikin
Çar partiyên ku ji encamên hilbijartinan nerazî ne, projeya PDK û YNKê ya ji bo gotûbêjên li gel Bexdayê red dikin û li gor wan, YNK û PDK di projeyê de xwe weke partiyên sereke danîne û giringî nedane partiyên din.
Endama Encûmena Cîbicîkirinê ya Yekgirtû Nasik Tewfîq diyar kir: “Gelek sosret e, wan bi sextekarî xwe kirine yekem, proje nivîsandine û hatine bangî me dikin. Em weke Yekgirtû heta niha li gel wê yekê nebûn ku rewşa Kurdistanê veguhezînin Bexdayê, lê wisa xuya ye niha dibe êdî em bi vî şiklî nebin.”
Heta niha tenê YNK û PDK bi awayekî eşkere li gel aliyên Iraqî ketine danûstandinan û şandeke Nifşê Nû jî li gel çend aliyan civiyaye, lê çar partiyên ku ji encamên xwe yên deng û kursiyan nerazî ne û ne amade ne ku biçin Bexdayê.
Endama Encûmena Giştî ya Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê Şîlan Nûrî diyar dike: “Mixabin ji ber sextekariyê, niha du bere çêbûne; bereya desthilat û bereya çar partiyan. Em weke çar partî, projeya me dê hebe, neku li gel YNK û PDK.”
Çar partiyên nerazî du lijne ji bo karê bihevre pêk anîne; lijneyek li asta kesê yekem bo biryar û helwesta siyasî, lijneya duyem jî li ser asta meko, dever û melbendên parêzgehan.
Ji nêrînên herdu bereyan wisa xuya dike ku Kurd dê bi du balafiran diçin Bexdayê, balafireke PDK û YNK, balafira din jî bo çar partiyên nerazî.
Rudaw
