Li Parêzgeha Silêmaniyê çalakvanek siyasî bi 7 guleyan ve hat teror kirin!
Komeleya Mafê Mirov a Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragehand, şeva borî 17.07.2018ê demjimêr 11ê ango 23:00ê de termê Îqbal Muradî li nêzîk çemê Pênciwên li parêzgeha Silêmaniyê hatiye dîtin û li ser bedena wî cîhê 7 guleyan hebûye.
Berî naha jî di sala 2008ê de Îqbal Muradî careke din nêzîk bajarê Pênciwênê bibû armanca êrîşeke terorîstî û piştî ku birîndar bibû gehandibûn nexwaşxanê û ji mirinê rizgar bibû.
Komeleya Mafê Mirov li Kurdistanê daxuyaniya xwe de serxweşî û sersaxî ragehand, xemgîniya xwe ya ji ber teror kirin û jiyana xwe ji dest dana wî çalakvanê Kurd teqez kir û teror kirina Îqbal Muradî şermizar kir. Herwaha hejmarek zêde ji çalakvanên nav torên civakî daxwaz ji aliyên ewlehiyê û peyvendîdarên sînorê parêzgeha Silêmaniyê kirin ku, ‘’Dest û aliyên bi vê bûyerê ve girêdayî ne û tewanbar in peyda bike û wan dadgeh bike.’’
Îqbal Muradî xelkê Rojhilatê Kurdistanê yê bajarê Merîwanê ye û bavê Zanyar Muradî ye, ku girtiyê siyasî yê li rojhilatê Kurdistanê cezayê darve kirinê jê re hatiye dayîn û herwaha mamê Loqman Muradî ye û ew jî girtiyê siyasî ye û cezayê darve kirinê jê re hatiye dayîn.
Basnews
